Zanîngeha Kobanê biryara tevlêkirina nav Zanîngehên Heleb û Firatê red kir

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê biryara Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ya tevlêkirina zanîngeha wan di nav Zanîngeha Helebê de nepejirand û xwest biryarên têkildarî siberoja zanîngehê bêyî şêwirîna bi xwendekar, mamoste û karmendên rêveberiyê re neyê kirin.

Zanîngeha Kobanê biryara tevlêkirina nav Zanîngehên Heleb û Firatê red kir
2 mijdar, 2026   13:21
KOBANÊ

Xwendekar û karmendên Zanîngeha Kobanê der barê biryara dawîn a Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ya tevlêkirina zanîngeha wan di nav Zanîngeha Helebê de daxuyanî da. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya zanîngehê ya li bajarê Kobanê, bi amedebûna mamoste û xwendekaran ji aliyê xwendekara zanîngehê Gulistan Elî  ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Berxwedan, pakrewanî û rûmet ji xwînê afirî û li asîmanê Kobanê neqişî. Ev welatê ku jiyan ji nav neynûkên mirinê kişand û ji birîna xwe hezar serkeftin jîndar kirin, îro bi pişaftinê re rû bi rû dimîne. Em xwendekarên Zanîngeha Kobanê di Roja Kobanê ya Cîhanê de dengê xwe berz dikin û dibêjin na ji binpêkirina mafê me yê rewa re.

Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobanê nepejirandina xwe radigihînin. Em bi tu awayî ji her biryareke ku dibêje Zanîngeha Kobanê bi navê komelokeke akademîk bê girêdan bi Zanîngeha Helebê re, yan jî navê wê û pergala wê ya rêveberî û akademîk were guhertin, erê nakin. Ev mijar divê bi raya xwendekarên zanîngehê û razîbûna wan be û divê taybetmendî û nasnameya zanîngehê bê esasgirtin.

Zanîngeha Kobanê ne tenê saziyeke perwerdeyê ye ku bi biryareke rêveberiyê navê wê were guhertin an jî bi zanîngeheke din re bibe yek. Belê ew avahiyeke akademîk e ku sembolîzmeke zanistî, çandî û zimanî di xwe de digire û cihekî girîng e ji bo mafê gelê herêmê yê ku nûnertiya perwerde û parastina nasname û taybetmendiyên wan dike.

Em jî wek xwendekarên Kurd tekez dikin ku rijda me li ser Zanîngeha Kobanê ne redkirina hevkariya akademîk an vekirina derî ji zanîngehên din re ye û ne jî kêmkirina nirx û girîngiya Zanîngeha Helebê ye. Belê ev helwest parastina mafê me ye ku em saziya xwe ya perwerdehiyê ya serbixwe, nasname û taybetmendiyên wê biparêzin.

Her guhertineke ku bandorê li ser navê zanîngehê, pergala wê yan jî bingeha wê ya akademîk dike, bêyî diyalogeke rastîn bi xwendekar û kadroyên wê re  bi tu awayî nayê pejirandin û wekî paşguhkirina vîna xwediyên mafê bingehîn ên zanîngeha Kobanê û zanîngeha Rojava tê hesibandin.

Ji bo parastina serxwebûna biryara akademîk û girtina biryarên têkildarî zanîngehê li gorî pîvanên zanistî û sazîbûnê bi awayekî ku kalîteya perwerdehiyê û berjewendiyên xwendekaran bê misogerkirin.

Divê rêzgirtin ji bo taybetmendiyên zimanî û çandî yên zanîngehê û xwendekarên wê bê girtin, ji ber ku ev taybetmendî beşeke bingehîn a nasnameya wê ye.

Divê girtina biryarên çarenûssaz ên têkildarî pêşeroja zanîngehê bêyî şêwirîna bi xwendekar, mamoste û karmendên rêveberiyê re neyê kirin û ew hemû bi awayekî fermî di gotûbêj û amadekirina biryaran de beşdar bibin.

Diyalog, lihevkirin û lihevhatin bingeha her pêşxistin an hevkariya akademîk a pêşerojê ye, dema ku taybetmendî û nasnameya zanîngehê bên parastin.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku helwesta me ne li dijî Zanîngeha Helebê ye û ne jî li dijî tu saziyên perwerdeyê yên din in. Ev helwest ne li dijî redkirina hevkariya akademîk e, lê belê derbirîna rijda me ye li ser mafê parastina Zanîngeha Kobanê bi nasname û taybetmendiyên wê ye. Ne pejirandina me jî dê her bidome li ser her guhertineke cewherî ku girêdayî zanîngeha me be û li ser me bê vîna me werê ferzkirin.

Pêşeroja saziyên perwerdeyê divê li ser bingeheke zanistî û akademîk bê avakirin, ne li ser guhertinên siyasî bin û divê bi biryarên xwe li gorî berjewendiyên xwe taybetmendî û mafên xwendekarên zanîngeha Kobanê paşguh nekin. Ji ber ku xweseriya zanîngehê, serxwebûna biryarên wê û rêzgirtina nasnameya wê, bingehên sereke ne, ji bo her pêvajoyeke perwerdehiyê ya serkeftî.

Zanîngehên Kobanê û Rojava ne tenê navek in, lê belê ew nasnameyeke akademîk in, taybetmendiyeke çandî ne û mafekî perwerdeyê ne ku hêjayî rêzgirtin û parastinê ne."

(k)

ANHA