Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin

Konên qetiyayî nema xwe li ber baran û bablîsokan digirin. Koçberên ji Serêkaniyê di rewşeke zehmet de ne û bang li aliyên têkildar dikin ku zû vegerin warê xwe.

Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin
Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin
Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin
Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin
Di bin konên qetiyayî de û zivistaneke sar… koçber dixwazin zû vegerin
4 mijdar, 2026   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Koçberên ji Serêkaniyê ev bûye 8 sal li kamp û navendan dimînin. Ew li bajarê Hesekê û gundewarên wê dijîn. Konên wan di bin roka havînê de dirizin û êdî nikarin zivistanê jî xwe biparêzin.

Bi hezaran koçber li 3 kampan, dibistan û navendên koçber lê dimînin, dijîn. Konên ku ew bi salan e tê de ne, êdî riziyayî ne.

Li gorî serjimariyê li kampan 2 hezar û 997 kon hene û hejmara malbatan jî 2 hezar û 707 e, bi giştî 9 hezar 278 jin, 7 hezar û 815 mêr û 7 hezar 322 zarok in.

Di nava wan de 446 kes nexweşên giran in û 471 astengdar in.

Li kampa Waşûkanî hezar û 993 kon hene, 2 hezar û 357 malbat in, 16 hezar û 360 kes in (8 hezar û 957 zarok, 4 hezar û 290 jin û 3 hezar û 485 mêr in).

Li kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê jî hejmara malbatan 500 e. Her wiha li 38 dibistanên Hesekê û gundewarên wê 13 hezar û 363 malbat (7 hezar û 300) hene. Hezar û 200 malbat li navendên koçberan û 2 hezar û 800 li Hesekê dijîn.

VEGERÊ ÊŞA KOÇBERAN BI DAWÎ NEKIR

6 karwanên koçberên Serêkaniyê vegeriyan. Karwanê yekem 410 malbat, ê duyem 689 malbat, ê sêyem 511 malbat, ê çarem 518 malbat, ê pêncem 514 malbat û karwanê şeşemîn 636 malbat bûn. Bi giştî 3 hezar 278 malbat vegeriyan. Lê hîna jî hejmareke mezin a koçberan di rewşeke zehmet de li benda vegerê ne.

RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN NEMA DIBIN ALÎKAR

Koçbera bi navê Fîda Ehmed Kilêş a ji gundê El Mescid bajarê Zirganê têkildarî rewşa koçberan ji ajansa me re axivî û got: "Tiştek di destê me de nîne em xwe pê xwedî bikin. Konê em di bin de dijîn qetiya ye. Hevjînê min nexweş e û dema baran dibare av dikeve bin konê me de. Heqê nan bi min re nîne. Êdî nema alîkarî mîna berê didin me. Piştî demeke dirêj tenê hinek madeyên paqijiyê li ser me belav kir. Bila navên me zû qeyd bikin da ku em vegerin gund û bajarê xwe.”

7 SAL E DI KONAN DE NE

Edla Ehmed jî axivî û got: "Li Serêkaniyê mal û mulkê me wêran bû. Ev 8 sal in em di bin konan de dijîn. Êdî rêxistinên mafên mirovan bi me re nabin alîkar. Tenê avê didin me. Konên em lê dimînin êdî riziyayî ne û di zivistanê de av dikeve wan de. Heke em berî zivistanê venegerin bajarê xwe em ê gelekî zor û zehmetî bibîn in. Konên heyî qetiyane. Em daxwaza alîkariyê nakin, em tenê dixwazin bi ewle vegerin mal û warê xwe."

KOÇBER DAXWAZ DIKIN BI EWLE VEGERIN

Xewla Îd Îsa diyar kir ku ew tenê daxwaz dikin vegerin warê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji alîkariyê zêdetir, dixwazin vegerin gund û bajarê xwe. Em naxwazin di navbera pêkhateyên Serêkaniyê fitne derkeve. Êdî bila her kes li herêma xwe aram bijî. Zarok vegerin dibistana xwe û xwendina xwe berdewam bikin. Li kampan û di bin konan de êdî gelekî zehmete ku em bijîn. Ev bûye 4 meh elektirîk nîne, nan her tim nîne û nabin alîkar. Em daxwaza alîkariyê nakin, bila em tenê vegerin warê xwe.

Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê û berpirsên hikumetê berpirsyar in. Hemû xwedî mal in, zivistanê dikarin xwe ji serma û bahozan biparêzin. Zarokên wan diçin dibistanê lê siberoja zarokên me ne diyar e. Em daxwaz ji aliyên têkildar dikin ku zû vegerin warê xwe. Bila niştecihên ji derve hatine Serêkaniyê ji malên me derkevin, ji bo fitne çênebe û pirsgirêk dernekevin.”

(np)

ANHA