Îsraîlê gundewarên Quneytrayê topbaran kirin

Îsraîlê qadên çandiniyê yên nêzîk bajarokê Seyda Hanût ê Quneytrayê topbaran kirin.

Îsraîlê gundewarên Quneytrayê topbaran kirin
3 mijdar, 2026   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku hêzên Îsraîlê qadên çandiniyê yên derdora bajarokê Seyda Hanût ê gundewarên başûrê Quneytrayê bi guleyek obîsê topbaran kirin.

Li gorî SOHR‘ê, hêzên Îsraîlê ji destpêka îsal (2026) ve 6 êrişên hewayî û 101 bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîn. Di encama êrişan de 7 kes hatin kuştin, hejmarek kes birîndar bûn, her wiha derdora 13 cih (depoyên çekan, baregeh, navendên maşîneyan) hatin îmahkirin.

(bb)