Rêveberên partiyan bal kişandin ser giringiya berxwedanê 

Siyasetmedarên li Qamişlo û Şehbayê diyar kirin ku dewelat Tirk a dagiker dixwaze fesadiyê bixe nava gelên herêmê û pergala rêveberiya xweser ji holê rake, lê gelan bersiva herî baş daye, berxwadana wan dê hemû êrîşan têk bibe.

Rêveberên partiyan bal kişandin ser giringiya berxwedanê 
18 cotmeh 2023   00:45

Rêveberên partiyên siyasî yên li Qamişlo û Şehba der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nesreddîn Îbrahîm, hikumeta AKP`ê wekî hikumeteke `terorist` bi nav kir û diyar kir ku Tirkiye dixwaze Rêveberiya Xweser a demokratîk hilweşîne.

Îbrahîm got: “Bi şêwazê qirêj û hovane wê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin. Gelê di oxira şoreşê de bi hezaran şehîd, birîndar û gazî dane; wê dest ji têkoşînê bernede. Wê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk-nenavendî têbikoşe.”

'DIVÊ GELÊ ME NEKEVE XEFKA PLANÊN TIRKIYEYÊ'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Mehmûd Osê jî bi bîr xist ku dewleta Tirk her tim hewl daye fitne û nakokiyê bixe nava pêkhateyên herêmê û got: “Lê ji ber ku nikarî vîna gelan têk bibe, careke din dest bi êrişên xwe kir. Çavê wê li dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hêviya me ew e ku gelê me nekeve xefka dewleta Tirk.”

LUQMAN EHMÊ: BERXWEDAN BÊ HEMPA YE

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê destnîşan kir ku bûyerên Dêrazorê û êrişên dewleta Tirk a dagiker ên dawî parçeyek ji pilanên civîna dawî ya Astanayê ne, bi vê yekê aramiya herêmê tê hedefgirtin.

Luqman Ehmê bal kişand ku tevî hemû êrîşan jî gel helwestêkî pir pîroz nîşan daye, li cem hêzin parastinê sekiniye û ev jî berxwedanek bê hempa ye.

MIHEMED BEYREM: BERXWEDAN WÊ HEMÛ ÊRÎŞAN TÊK BIBE

Endamê Ofîsa Partiya Sûriyeya Pêşrojê ya Efrîn û Şehba Mihemed Beyrem jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Dema dewleta Tirk dît ku pilana wan têk diçe rasterast berê xwe da têkbirina binesaziya herêmê. Hedefkirina binesaziya herêmê sûcekî şer e. Bi van êrîşan nikarin berxwedaniya gel têk bibin. Ev pêvajoyek gelekî girîng e; ji ber ku Rojhilata Navîn ber bi serdsalek nû ve diçe. Dewletên hegoman naxwazin tu gel xwe bi xwe rêve bibin. Êriş berdewamiya plana Tirkiyeyê ya têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi êrîşên ser Dêrezorê re jî xwestin navbera Kurd û Ereban fitneyê derxînin. Lê ev plana wan bi hevkariya gelên herêmê têk çû. Berxwedana gel bersiva herî baş bû. Bila dewleta Tirk zanibe ku gel bi xaka xwe ve girêdayî ye û wê bi berxwedanê hemû êrîşan têk bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qXEQu-ZO1jQ?si=ZpuZKOw-wFSZsFlG" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>