Endezyariya Leşkerî li Til Temirê xebatên rakirina mayînan didomîne

Xebatên rakirina mayînan ên Tîmên Endezyariya Leşkerî li gundewarên Til Temirê ev 4 meh e berdewam dikin.

3 mijdar, 2026   14:43
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Yek ji serbazên Tîmên Endezyariya Leşkerî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Îsmaîl ji ajansa me re da zanîn ku piştî dîtina hejmareke mezin a mayin û teqemeniyan, tîma wan niha li gundê Bab El Fec ê Til Temirê dixebite.

Ehmed Îsmaîl destnîşan kir ku ji bo vegera koçberan a ewle, ew bi şev û roj ji bo ku zeviyan bi awayekî giştî ji mayinan paqij bikin, dixebitin.

Dema me xebatên tîmê dişopandin, tîmê agahiya hebûna teqemeniyekê li ser banê malekê ji şêniyên gundê Qibûr El Qeracine girt û berê xwe da devera ku teqemnî lê ye û bi awayekî serkeftî ew bê bandor kir.

Îsmaîl ji şêniyan xwest di dema pêvajoya paqijkirinê de nêzî zeviyan nebin û dest nedin tiştan, ew ê jî heta paqijkirina herêmê bi giştî, xebatên xwe bidomînin.

(sb)

ANHA