Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin

Li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê xwendekaran xwepêşandan organîze kir û daxwaza perwerdeya kurdî kir.

Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
Xwendekaran li Hesekê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin
3 mijdar, 2026   14:18
HESEKÊ

Xwendekarên bajarê Hesekê li pêşiya avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de xwendekaran anî ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin, qebûl nakin ku materyalên perwerdeyê werin guhertin û tenê 3 saetan dersa zimanê kurdî were dayîn. 

Her wiha xwendekaran anî ziman ku divê zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

Li bajarê Dirbêsiyê jî xwendekaran li pêşiya avahiya navenda perwerdeyê xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de daxwaza mafê hemû pêkhateyan hate kirin û hate gotin ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

(np)

ANHA