Li Hurmuzê 3 keştiyên petrolê teqiyan

Hêza Deryayî ya Îranê ragihand ku li tengava Humruzê 3 keştî li mayînekê qelibîn û teqiyan.

Li Hurmuzê 3 keştiyên petrolê teqiyan
3 mijdar, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Deryayî ya artêşa Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di saetên serê vê sibehê de 3 keştiyên petrolê li tengava Hurmuzê li mayînekê qelibîn û teqiyan, di encamê de şerwatên mezin rû dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li keştî peravên başûrê tengavê Hurmuzê hatin hiştin û şewatê dewam kir.

Li gorî daxuyanî, her sê keştî hewl dan bi awayekî ne qanûnî tengavê derbas bikin.

Artêşê hişyarî da ku talîmatên hêzê binpê nekin û diyar kir ku wê çend caran bi rêya bêtêlan  û alavên peywendiyan ên navîgasyonê agahdarî dabû keştiyan.

Artêşê her wiha destnîşan kir ku hewldana derbaskirina tengavê ya bi hemahengiya artêşa Amerîkayê dê bibe sedema bûyerên bi vî rengî.

(bb)