ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2026
4 mijdar, 2026   02:00

Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Rojava ya Stratejîk Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku dosyaya destûrê yek ji dosyayên sereke yên Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Konên qetiyayî nema xwe li ber baran û bablîsokan digirin. Koçberên ji Serêkaniyê di rewşeke zehmet de ne û bang li aliyên têkildar dikin ku zû vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve tê organîzekirin, dê bi fîlma komînê ya bi navê “Heval Kekê Min” dest pê bike. Komînê fragmana fîlmê parve kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên li Çilaxayê û gundewarên wê ji ber kêmbûna pêdiviyên esasî, temîrnekirina dibistanan û budçeyê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şênî bi rêya komkirina pereyan û însiyatîfan beşeke çareseriya ku ji dest wan tê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Hesekê ji bo gerîlayên HPG û YJA-STAR ên şehîd taziye tê qebûlkirin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a PYD‘ê bi daxwaza fermîkirina zimanê kurdî di destûrê de daxuyaniyekê li pêşiya avahiya xwe ya bajarê Qamişloyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendeya Weqfeyên Olî ya Parêzgeha Hesekê civînekê ji meleyên bajarê Girkê Legê re li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ahenga îmzekirina pirtûka "Em ji mirinê mezintir in" li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên Amûdê bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê meşekê li dar dixin, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido  ya Kobanê  bi dawî dibe, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).