‘Herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê projeya parastina mafê hemû pêkhateyan derxist’

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya parastina çandan derxistin, ku parastina mafê hemû pêkhateyan dike.

‘Herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê projeya parastina mafê hemû pêkhateyan derxist’
‘Herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê projeya parastina mafê hemû pêkhateyan derxist’
‘Herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê projeya parastina mafê hemû pêkhateyan derxist’
2 nîsan, 2019   13:05
HESEKÊ

Kongreya Star a bajarê Hesekê li eywana Senebêl civînek ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî li herêmê lidar xist,  her wiha bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan sinafizyonek hate pêşkêşkirin. Di civînê de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê amade bû.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlam Ehmed axivî û wiha got :"Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan fikir û felsefeya xwe li ser hemû gelan belav kir ne tenê ji bo yek gelî, fikirên wê ji bo rizgarkirina hemû gelê Rojhilata Navîn bi hemû pêkhateyên xwe ji zulim û bindestiyê ."

Îlham axaftina xwe wiha dewam kir: "Herêmên ku dibin serweriya rejîma Sûriyê, koçberî, kuştin û wêrankirin heye, ji ber ku li wan herêman projeya demokratîk ku hemû gelê Sûriyê ji rewşa wendabûnê rizgar bike, tune, lê li herêmên Rêveberiya Xweser projeya parastina hemû çandan û piştgiriya wê derxistin û parastina mafê hemû pêkhateyên wê dike. Projeya netewa demokratîk tekane rêya çareseriyê ye ku rizgarkirina Bakur û Rojhilarê Sûriyê dike."

Îlam Ehmed da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk dikaribû di aliyê erdnîgariyê projeya DAIŞ`ê têk bibe.

Her wiha Îlham destnîşan kir ku hîna xeterî bidawî nebûye, hîna gefxwarinên Tirkiyê hene.

 Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed li ser rewşa kampa Holê wiha got: "Civaka navnetewî berpirsa vê doseyê ye û berpirs e ku jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî vegerîne welatê wan."

Îlham Ehmed bibîr xist ku şerê li dijî DAIŞ`ê ku jiyana şêniyên herêmê kiribû metersiyê, erka wan bû, diviyabû ku hemleyên weke van ji bo rizgarkirina şêniyan bihata kirin, ji ber vê yekê divê dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê bê avakirin."

Her wiha der barê hilbijartinên herêmî ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê got encamên hilbijartinan îsbat dike yê ku dijminatiya gelê Kurd bike, dê têk biçe.

Di dawiya civînê de, sinevizyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA