YPG’ê nasnameyên 11 şervanên xwe eşkere kirin

YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 11 şervanên xwe ku di sala 2015'an de li Serêkaniyê şehîd bûne, eşkere kirin.

YPG’ê nasnameyên 11 şervanên xwe eşkere kirin
2 nîsan, 2019   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameyên 11 şervanên xwe ku di demên cuda de, di sala 2015`an de li Serêkaniyê şehîd bûne eşkere kirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Welatê Kurdistanê di hemû demên dîrokê de ku her tim şer lê berdewam kiriye û berê hêzên dagirker li wir bûye. Hêzên qirker ku dixwest bibin xwedî mal û milkên Kurdistanê û her tim li hemberî welatê me di nav êrîşan de ne, di aliyê din de jî armanca wan a herî mezin bi polîtîkayên xwe yên tunekirinê gelê Kurdistanê di qirkirinê re derbas bikin. Lê belê li hember van êrîşên dijmin ên qirkirinê gelê me her tim di nav têkoşînê de bûye. Gelê Kurdistanê jiyana herî bêrûmetî ku ji bo wan layik hatiye dîtin, bi awayekî tûj red kiriye û vîna xwe ya azadiyê her tim parastiye.

Hêviya rizgariya gelekî, her tim zarokên wî ne ku bi welatê xwe û gelê xwe re girêdayî ne û ji nav wan derketine. Gelê me yê Rojava jî bi rêbertiya fikrên azadiyê ku di van axan de mezin bûye, xwe bi rêxistin kiriye û îro jî şoreşek herî mezin di dîroka cîhanê de, şoreşa Rojava pêk aniye. Bi vê yekê ve ev şoreş bûye şoreşeke bi dayîna nirxên mezin û bidestxistina nirxên mezin. Bêguman avakarên vê şoreşê jî ew şehîd in ku li hember dijminên hov û qirker şer kir û li şûna jiyana bêrûmet, mirineke birûmet ji xwe re hilbijart û gelê me yê ku bi keda xwe ya mezin li gel şervanên xwe bû.

Yek ji van berxwedanan jî di sala 2015'an de li bajarê me yê Serêkaniyê û gundên derdora wê di pêvajoya herî hov a çeteyên DAIŞ'ê de hate dayîn. Di nav vê berxwedanê de bi dehan gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê tev li şoreşa Rojava bû û di eniyên cuda de şehîd ketine. Bi vî rihê seferberiyê hevrêyên me Agir, Devrîm, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kiriye û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.

Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAIŞ'ê diyarî me kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine, heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şervanên şehîd wiha ne:

Nasnav: Agir Cegerxwîn
Nav û paşnav: Sînan Başboga
Navê dayikê: Turkan
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Devrîm Tilora Gever
Nav û paşnav: Semîh Derînsu
Navê dayikê: Nuriye
Navê bav: Velî
Cihê jidayikbûnê: Culemêrg
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Enter Ciwan
Nav û Paşnav: Musa Barak
Navê dayikê: Naîme
Navê bav: Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 16’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Êrîş Torî
Nav û paşnav: Muammer Şîmşek
Navê dayikê: Selîme
Navê bav: Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 10’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Kendal Başkale
Nav û paşnav: Hemze Durmuş
Navê dayikê: Încî
Navê bav: Kazim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Ozlem Gever
Nav û paşnav: Cevahîr Aydogan
Navê dayikê: Rîhan
Navê bav: Yusuf
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Rustem Farqîn
Nav û paşnav: Fatîh Korkmaz
Navê dayikê: Songul
Navê bav: Şaban
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Şoreş Agirî
Nav û paşnav: Tanju Kaya
Navê dayikê: Sultan
Navê bav: Fesîh
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / 10’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Viyan Avareş
Nav û paşnav: Merve Fatma Şeref
Navê dayikê: Yasmîn
Navê bav: Nazim
Cihê jidayikbûnê: Nevşehîr
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Welat Farqîn
Nav û paşnav: Îhsan Eryilmaz
Navê dayikê: Maşallah
Navê bav: Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015

*****

Nasnav: Yaşar Berfîn
Nav û paşnav: Mehmet Şerîf Aşkan
Navê dayikê: Hediye
Navê bav: Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015