Lezgîn Îbrahîm: Bi destûrê re dê aramî li herêmê çêbe’

Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Rojava ya Stratejîk Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku dosyaya destûrê yek ji dosyayên sereke yên Sûriyeyê ye.

Lezgîn Îbrahîm: Bi destûrê re dê aramî li herêmê çêbe’
4 mijdar, 2026   02:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Lêkolînerê Navend Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NLRS) Lezgîn Îbrahîm ji ajansa me re axivî û rewşa Sûriyeyê nirxand. 

Meha Cotmehê Ii bajarê Hesekê xwepêşandan hatin organîzekirin. Di xwepêşandanan de zimanê nefretê hate bikaranîn û destdirêjî li sembolên kurdî kirin. Her wiha 26`ê Cotmehê dema ku koçberên Girê Spî vegeriyan êrişî wan kirin, siware, kel û pelên wan bi giştî şewitandin.

‘DESTÛR DÊ BELGEYA AŞTIYA CIVAKÎ BE’

Lezgîn Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de got: “Li Sûriyeyê divê destûr mîna belgeya aştiyê were dîtin û rayedaran bi rêxistin bike. Heyanî di destûrê Sûriyeyê de mafên pêkhateyan neyê dayîn û xweseriya wan neyê parastin, pirsgirêkên ewlehiyê dê neyê çareserkirin. Ji bo destûrê Sûriyeyê demokratîk be divê dawî li polîtîka înkarê were, yekitiya civakê çêbe û pirrengiya wê were parastin. Pêwîste hemû pêkhateyên Sûriyeyê wekhev bijîn, piştgiriya hevdû bikin, garantiya ku mafên xwe qanûnî wergirin, were dayîn. Gelê Kurd dixwaze ziman û nasnameya wan di destûrê Sûriyeyî de were misogerkirin. Pêkhateya Ereb jî daxwaza yekitiya saziyên dewletê û ewlehiya wê dikin."

SEDEMA DERENGMAYÎNA DESTÛRÊ

Ji bo derengmayîna destûrê Sûriyeyê îbrahîm got: "Pirsgirêkên siyasî hene, hîna modêla dewletê, sînorê navendî û nenavendî, nasnameya dewletê, rolê dîn, rewşa pêkhateyan û sîstema siyasî ne amade ye.

Her wiha rewşa Sûriyeyê bi hevsengiyên hêzan ve girêdayî ye. Desthilatdariya heyî girîngiyê dide ewlehî û yekitiya saziyan. Pirsgirêkên siyasî talok dike û civak baweriyê nade."

Di dawiyê de Lezgîn Îbrahîm got: "Di bûyerên Hesekê de hat destnîşankirin ku divê nakokiyên heyî di çarçoveya destûrî de bên çareserkirin. Pêkhate daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û pirsgirêkên wan ên xizmetguzariyê werin çareserkirin. Heke dewlet van pirsgirêkan çareser neke û di heman demê de zimanê nefretê were bikaranîn û provokasyon hebin, dibe ku şer derkeve. Şerê Ereb û Kurdan xeternak e. Hêzên siyasî û kesên provokator dikarin sûdê ji pirsgirêkên siyasî wergirin û tevliheviyê derxin."

(np)

ANHA