Di êrişa Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin

 Di êrişa drona Ukraynayê ya li dijî erebeyekê de yek jê karmenda Stasyona Enerjiya Nukleerî ya Zoporizhzhiayê de du kes hatin kuştin.

Di êrişa Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin
3 mijdar, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha çapemeniyê ya Stasyona Enerjiya Nukleerî ya Zaporizhzhia ragihand ku di êrişa drone Ukraynayê ya Ii dijî  wesayîteke sivîl de  du kes hatin kuştin.

Nivîsgehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku yek ji qurbaniyên karmendeke stasyonê ye.

Berpirsa ragihandinê ya stasyonê Yevgenia Yashina jî piştrast kir ku rêveberiya stasyonê dê der barê mirina karmendê de Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) agahdar bike.

Ofîsa çapemeniyê destnîşan kir ku di hefteyên borî de ev karmend a sêyemîn e ku dibe qurbanî û ji destpêka Nîsanê (2026) ve 13 karmend dibin qurbanî.

(bb)