Malbatên şehîdan li Dirbêsiyê: Parastina destkeftiyên şehîdan berpirsyariya civakê ye

Malbatên şehîdan ên li Dirbêsiyê da zanîn ku divê destkeftiyên ku bi berdêlên keç û kurên wan bi dest ketine.

Malbatên şehîdan li Dirbêsiyê: Parastina destkeftiyên şehîdan berpirsyariya civakê ye
3 mijdar, 2026   02:50
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Malbatên şehîdan ên li bajarê Dirbêsiyê der barê destkeftiyên şoreşê û parastina wan de ji ajansa me re axivîn.

Bavê Şehîd Dîlma Îso (Sakîna Koçer) a ku di 21`ê Tebaxa 2015`an şehîd bûye, diyar kir ku tişta ku şehîdan pêşkêş kiriye, ji bo parastina gel, destkeftiyên wan ên siyasî û leşkerî esas bûn, dilsoziya li hemberî wan daxwaza girêdana bi nirxan û prensîban e.

Îso da zanîn ku tişta ku şoreşa Rojava pêk anî, girêdayî berdêlên ku şehîd dane ne, bîranîna şehîdan divê ne tenê di çarçoveya bîranînê de sînordar bimîne, divê destkeftiyên ku wan hiştiye ew bi destbixin bên parastin û ew li ser şopa wan bimeşin, hêz civakê û birêxistinkirina wê, 2 faktorên esasî yên ji bo parastina hebûnê bûn.

Bavê Şehîd Yelmaz Mihemed (Yelmaz Dirbêsiyê) ê ku di 14`ê Îlona 2013`an de şehîd bûye, Ferhan Mihemed dawaz ji rêveberî û civakê kir ku destekdayînê bidin malbatên şehîdan û pêdiviyên wan bi cih bînin, nirxdayîna zarokên wan ê şehîd bi parastina destkeftiyan pêk tê.

Ferhan Mihemed diyar kir ku şehîdan parastina şêniyan bi hemû pêkhateyên wan kiriye, berdêlên ku hatin dayîn hişt ku gelek şênî li herêmên xwe bimînin, koçber û penaber nebin.

Ferhan Mihemed kurê xwe Yelmaz bi bîr anî, destnîşan kir ku kurê wî wê demê sala duyemîn a zanîngehê dixwend, lê geşedanên li herêmê hişt ku zarokn wan xak û civaka xwe biparêzin.

Ferhan Mihemed diyar kir ku malbata wî bi rêya ku şehîdan ve girêdayî ye, bang kir ku berdêlên şehîd dane neyên ji bîr kirin, divê ciwanên Kurd li beramberî xak û civaka xwe bi berpirsyariya xwe rabin, destkeftiyên xwe biparêzin.

(sb)

ANHA