Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser bajarên Xeza û Xan Yûnisê de 5 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin
3 mijdar, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Nexweşxaneya Nasir a başûrê Xezayê de çavkaniyekî diyar kir ku di bombebarankirina konekî koçberan a li herêma Newasî ya rojavayê Xan Yûnisê de 3 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Wezareta Hundir a Hemasê daxuyand ku di êrişa li heman herêmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Şelûf (44) hatiye kuştin.

Berdevkê Dezgeha Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besil anî ziman ku di êrişa dronê ya li ser kampekê ya naverasta bajêr de zaroka bi navê Rîmas El Medhûn jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Nexweşxaneya Şîfa jî diyar kir ku zaroka hatî qetilkirin 17 salî bû.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku endamên komên çekdar kiriye armanc.

(bb)