Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir

Şandeyek ji nûnerên jin ên Rojava li Başûrê Kurdistanê bi parêzgarê Silêmaniyê re rêbazên xurtkirina hevkariyê di warên çandî, perwerdehî, aborî de û geşedanên siyasî yên li Kurdistanê nîqaş kirin.

Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
Şandeyek ji nûnerên Rojava bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir
3 mijdar, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji nûnerên jin ên Rojava îro li Başûrê Kurdistanê bi parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir re hevdîtin kir. 

Şande ji nûnera Rojava ya li Başûrê Kurdistanê Rîhan Loqo, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnertiya Kongra Star pêk tê li dîwana parêzgarê Silêmaniyê hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên têkilî û hevkariya hevbeş hatin nîqaşkirin, nêrînên der barê pêşdeçûnên siyasî li tevahî Kurdistanê, bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin de parvekirin. Her wiha rêbazên xurtkirina hevkariyê di warên çandî, perwerdehî û aborî de, pêşdeçûnên siyasî li Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şandeyê pesna rola parêzgeha Silêmaniyê di piştevaniya dozên neteweyî de da û bal kişand ser girîngiya xurtkirina peywendî, hevrêzî û pêşveçûna têkiliyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku dikevin xizmetî berjewendiyên hevbeş.

(f)