Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bû

Berbanga vê sibehê hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî gundê El Esbeh ê gundewarê Quneytrayê bû.

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bû
3 mijdar, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 5 wesayetên leşkerî pêk tên, berbanga vê sibehê ji baregeha Til Ehmer El Xerbî ber bi gundê El Esbeh ê gundewarê Quneytrayê bi rê ket, têkildarî vê tevgerê tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

Kiryar û tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li ser xaka Sûriyeyê didomin.

Çavdêriya Mafê Mirovan duh diyar kir ku hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytrayê bû, li wir xaleke kontrolê ya demkî danî û piştre vekişya.

(sb)

ANHA