Li Berlînê xwendekaran banga parastina statûya perwerdeyê ya Rojava kir

Bi pêşengiya xwendekarên Berlînê li Zanîngeha Humboldt çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku modela perwerdeya demokratîk a li Rojavayê bê parastin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê gelê Kurd bê mîsogerkirin.

Li Berlînê xwendekaran banga parastina statûya perwerdeyê ya Rojava kir
3 mijdar, 2026   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Almanyayê Berlînê bi pêşengiya xwendekarên Berlînê li dijî hewldanên navendîkirina pergala perwerdeya Rojavayê û tesfiyekirina modela perwerdeya demokratîk çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Xwendekarên ku çalakiya bi navê “Li Sûriyeyê di pêvajoya veguherînê de xwendina bilind” a di 3'yê Mijdarê de li Zanîngeha Humboldt a Berlînê hat lidarxistin protesto kirin û bertek nîşanî beşdarnekirina akademîsyenên Kurd û nûnerên civaka Kurd dan. Xwendekaran helwesta Almanyayê ya li hemberî polîtîkayên perwerdeyê yên li Rojavayê rexne kirin.

Di çalakiya ku li pêşiya zanîngehê bi beşdarbûneke xurt hat lidarxistin de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava!” hat berzkirin. Çalakvanan destnîşan kirin ku divê pergala perwerdeya demokratîk a li Rojavayê hatiye avakirin bê parastin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê gelê Kurd bê mîsogerkirin.

Yek ji rojevên derketin pêş ên protestoyê venexwendina nûnerên Kurd û akademîsyenên Kurd ên ku li zanîngehên Rojavayê peywir girtine ji bo çalakiya li Zanîngeha Humboldtê bû. Saziyên Alman dema paşeroja xwendina bilind a li Rojavayê nîqaş dikin vederkirina akademîsyenên Kurd û nûnerên civakê hat rexnekirin.

Xwendekarên Berlînê ji ber ku hikûmeta Almanyayê li şûna piştgiriyê bide saziyên perwerdeya demokratîk ên li Rojavayê hatine avakirin, piştgiriya darayî û dîplomatîk pêşkêşî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dike û bertek nîşanî helwesta hikûmeta Almanyayê dan.

Di çalakiyê de bang li hikûmeta Almanyayê hat kirin ku zextê li rêveberiya Şamê bike û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê helwestê bigire. Daxwazên parastina saziyên perwerdeya demokratîk ên li Rojavayê û mîsogerkirina mafên perwerde, ziman û çandî yên gelê Kurd anîn ziman.

Xwendekarên Berlînê diyar kirin ku pêwîst e siberoja Rojava li ser bingeha vîna gelan, wekhevî û beşdarbûna demokratîk bê diyarkirin û anîn ziman ku ew ê li dijî hewldanên navendîkirina qada perwerdeyê têkoşîna xwe bidomînin.

Xwendekaran çalakiya li Zanîngeha Humboldtê hem ji derve hem jî ji hundirê zanîngehê şopandin û protestoyên xwe domandin.