YE’yê sibe bi beşdariya DYA’yê der barê Ukraynayê de dicive

Komîsyona Yekitiya Ewropayê wê sibe bi beşdariya nûnerên DYA‘yê bi mijara şerê Rûsya û Ukraynayê bicive.

YE’yê sibe bi beşdariya DYA’yê der barê Ukraynayê de dicive
3 mijdar, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, Komîsyona Ewropayê li Brukselê der barê şerê li Ukraynayê de civînekê li dar dixe. Di civînê de dê nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Ukrayna, NATO, hejmarek ji dewletên Ewropayê û Banka Navneteweyî amade dibin.

Berdevka Komîsyona Ewropayê Paula Pinho îro ragihand ku di vê civînê de dê nûnerên Fransa, Almanya, Brîtanya, DYA û Ukraynayê, her wiha ji NATO û Banka Navneteweyî amade dibin. Paula Pinho diyar kir ku civîn wekî berdewama dan û standinên berê yên li Miamiyê nirxand.

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek agahdar ragihand ku beşdar dê li ser "planeke geşbûnê" ji bo Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê yên ji bo wî welatî gotûbêj bikin.

Li aliyekî din jî, berdeva NATO’yê ragihand ku NATO dê pêncşemê, bi beşdariya nûnerên ji Fransa, Almanya, Brîtanya û DYA’yê dan û standinên din bike, da ku rêyên bidestxistina çareseriyeke adilane û mayînde ji bo şer lêkolîn bikin.

Nûnerê DYA’yê Steve Witkoff ragihandibû ku civîneke din ji bo rojên 10, 11’ê Mijdarê li Ebû Debî hatiye plankirin. Di vê civînê de şandeyên ji Ukrayna û Rûsyayê dê amade bin da ku der barê bidawîanîna şer, sazkirina ewlehiyê piştî şer û tedbîrên ji bo kêmkirina aloziyan de gotûbêj bikin.

(f)