‘Ocalan Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Tirkmen li hev kom kirin‘

Şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê teqez kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têgeha neteweya demokratîk, yekitî di nava hemû gelan de çand û wiha got: “Ji ber vê yekê pir girîng e em fikrên wî yên demokratîk pêk bînin da ku aştî li Rojhilata Navîn û cîhanê çêbe.”

‘Ocalan Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Tirkmen li hev kom kirin‘
24 sibat, 2019   06:53

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kiriye.

Ocalan di her firsendê de banga girîngiya yekitiya gelan û avakirina neteweya demokratîk dike. Pêkhateyên kantona Efrînê û Şehbayê destnîşan kir ku divê her alî têgeha demokrasiyê li cîhanê pêk bînin da ku aştî ava bibe.

Ji her pêkhateyê şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li ser girîngiya fikr û pêşniyara Ocalan a neteweya demokratîk ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê bi navê Diyar Xwedan ê Suryan ê ji gundê Til Sosin ê girêdayî Şehbayê, wiha axivî: “Ez Komploya Navdewletî ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat, şermezar dikim. 15’ê Sibatê ji bo hemû gelan rojeke reş e. Dewleta Tirk xwest raman û felsefeya Ocalan tune bike û îradeya gelê Kurd bişikîne. Lê dewleta Tirk nikare raman û felsefeya rêber Ocalan tine bike. Ji ber ku fikrên wî, fikrên demokratîk in, armanca wî ew e ku hemû gel mafê xwe bistînin. Baweriya me bi fikrê Ocalan tê.”

Şêniyê bi navê Cemîl Xerîb ê ji pêkhateya Ermen ku li gundê Babnis ê Şehbayê dijî, destnîşan kir ku ew bi sedan sal e hemû pêkhate bi hev re dijîn û wiha axivî: “Sîstemên desthilatdar timî hewl da şer û fitneyê bixin nava gelan. Lê bi fikrên Ocalan me dît Ocalan çarenûsa milyonan guherand û daxwaza mafê hemû gelan kir.”

Cemîl Xerîb da zanîn ku ew çi qasî li ser kesayeta rêber Ocalan biaxivin, wê nikarin mafê wî bidinê û wiha axivî: “Em ê li ser rêya ramanên wî bimeşin. Wî demokrasî di nava hemû pêkhateyan de pêk anî û ronahî li herêmê belav kir. Em berxwedana xwe ranawestînin heta ku azadiya Ocalan pêk bê.”

Her wiha şêniyekî Ermen ê bi navê Sibhî Ehmed ku li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dimîne, Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha pê de çû: “Ocalan hemû pêkhate di bin banê neteweya demokratîk de li hev kom kirin.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kes nikare îradeya gel û fikrên neteweya demokratîk bişikîne û wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku rêberê mirovahiyê azad bikin.”

(jo/bm)

ANHA