Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Bagera Cizîrê xewnên zarokên me pêk anîn

Dê û bavên şehîdan ên herêma Tebqayê, kêfxweşiya xwe ji ber serkeftinên QSD`ê li hember DAIŞ`ê anî ziman û tekez kir ku hevrêyên zarokên wan xewnên şehîdan di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê de bi cih anîn.

Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Bagera Cizîrê xewnên zarokên me pêk anîn
24 sibat, 2019   07:11

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Şervanên QSD`ê pêşketinên xwe di berîka dawîn a çeteyên DAIŞ`ê de li bejahiya rojhilatê Dêrazorê di pêngava dawîn a Bagera Cizîrê anku Şerê Tunekirina Terorê de didomînin. QSD`ê di 10`ê Îlona 2018`an de pêngav dabû destpêkirin û êdî hindik maye ku QSD serkeftina dawîn li dijî DAIŞ`ê ragihîne.

Ebdulkerîm El-Ibrahîm bavê şehîd Ehmed Ebû El-Rîşe yê ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, tekez kir ku sloganên hevrêyên kurê wî di merasîma oxirkirinê de îro li ser erdê li Dêrazorê pêk hatin. El-Ibrahîm wiha got: "Dema hevalên kurê min slogana ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd` berz dikir, ez matmayî mam, wê demê min got çawa wê canê xwe fedayî kurê min bikin. Lê îro ew slogan diyar bû. Erê rast e bi rizgarkirina xaka welatê xwe canê xwe ji bo şehîdan feda kirin.”

El-Ibrahîm wiha domand: "Di roja bidawîbûna pêngavê de û ragihandina rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em ê ji wan kesên ku roja azadiyê li welatê me bilind kirine, bejna xwe bitewînin."

Ji aliyê xwe ve dayîka her du şehîdan Abdullah Tebqa û Ehmed Tebqa yên ku di rojên dawîn ên pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne, dayika Ezîze El-Hisên serfirazî û serbilindiya xwe bi şehadeta her du kurên xwe rave kir. Dayikê tekez kir ku şervanên QSD`ê sozên xwe anîn cih û li dijî terorê bi ser dikevin û wiha dewam kir: "Ez dayika şehîdan im ku ji bo em bigihîjin azadiyê û rûmetê, canê xwe dane. Îro QSD bi şerên xwe li dijî DAIŞ`ê dê xewnên zarokên me yên şehîd bîne cih."

Dayikê wiha berdewam kir: "Giyanên wan li asîmanên welat dibin qendîl û rêya her kesê aşiqê azadiyê ronî dikin. Jiyana wan dê nimûneya hezkirina welat bimîne, ji ber ku wan dîrok nivîsand û sînorên welêt xêz kirin.”

‘Em dikarên bêyî zarokên xwe bijîn lê jiyana bêrûmet ne pêkan e’

“Em dikarin bêyî zarokên xwe bijîn lê jiyana bêrûmet ne pêkan e” bi vê hevokê Meryem Henan dayika şehîd Nîdal Hikmet dest bi axaftina xwe kir: "Ez destanên lehengiyê ku şervanên QSD`ê rojane li dijî DAIŞ`ê dinivîsin, pîroz dikim. QSD`ê bi vê yekê serdema tarîtiyê ya ku gelê me ji ber wan azar û êş kişandine ji kuştin, koçberkirin û wêrankirinê bi dawî kir. Di bin navê fetwayên cuda de tevn û biratiya herêmê parçe kirin. Ew biratiya ku îro bi saya fedakariyên zarokên me mîna berê vegeriye."

QSD pêngava xwe li dijî DAIŞ`ê bi baldarî didomîne, ji ber ku çete sivîlan wek martalên zindî bi kar tînin. Li gel wê jî QSD vekirin û peydakirina korîdorên mirovahî berdewam dike da ku sivîlan rizgar bike.

(şx)

ANHA