Zêdegaviyên artêşa Tirk li ser sînorê Kobanê didomin

Şevê din artêşa Tirk a dagirker gule avêtin gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê.

Zêdegaviyên artêşa Tirk li ser sînorê Kobanê didomin
24 sibat, 2019   06:40

KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Bakurê û Rojavayê  Kurdistanê şevê din bi guleyan gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê (5 km) kir hedef.

Şêniyên gund ji nûçegihanê me re diyar kirin ku gulebaran nêzî nîv saetê dewam kir.

Her wiha nûçegihanê me ragihand ku tu agahî der barê encamên gulebaranê nehatine bidestxistin.

Di mehên dawî yên 2018`an artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên li ser sînor kirin. Di encamê de 3 şervanên QSD`ê û zaroka bi navê Sara (6) şehîd bûn.

(bx)

ANHA