Li Tebqayê kongreya 3′yan a Yekitiya Mamosteyan hate lidarxistin
Di kongreya 3′yan a Yekitiya Mamosteyan li Tebqayê de hevserok hatin hilbijartin.
Kongreya 3′yan a Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê bi diruşma ′Bi mamosteyan em ê bi gavên sabit ber bi pêşerojeke baş e bimeşin′ hate lidarxistin.
Di kongreyê de nêzî 100 mamosteyên bajêr û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
Di kongreyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Yehya El Meslob axivî û got divê rewşa perwerdê ji bo gihandina nifşeke serkeftî û zana were başkirin.
Dûre rapora rêxistinî ya Yekitiya Mamosteyan a 2022-2023′yan ji hêla hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê Mihemed Faris ve hate xwendin.
Piştre beşdaran hevserokên yekitiyê Mihemed Faris û Hîbe Ebduletîf hatin hilbijartin.
(fr)
ANHA