Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye

Şêniyên herêma Cizîrê di roja 17`an çalakiya mertalên zindî ya  bi armanca şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser sînorê herêma Serêkaniyê dewam dikin. Çalakvanan got ku gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye.

Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye
Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye
Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye
Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye
Serêkaniyê: Gefên Erdogan berdewamiya projeya DAIŞ’ê ye
4 ÇILE, 2019   13:52

SERÊKANIYÊ

Çalakiyên mertalên zindî yên bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînor berdewam dikin. Yek ji van herêman jî çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê ye. Konê çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê  ji 18’ê Kanûna 2018’an ve berdewam e.

Îro jî şêniyên bajarê Qamişlo bi coşeke mezin beşdarî konê çalakiyê bûn.

Çalakvanan gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku ew di berxwedana xwe de bi israr in.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya PYD`ê Silêman Xelîl, endama Rêveberiya Kongreya Star a Qamişlo Şemsî Xan Mihemed û endamê Meclisa bajarokê Girbawî Newaf Hîgil axivîn.

Axaftvanan gefên Tirkiyê şermezar kirin û wiha gotin:"Gefxwarinên Tirkiyê berdewama projeya çeteyên DAIŞ`ê ye.”

Herwiha axaftvanan teqez kirin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhateyan dike hedef û wiha pê de çûn: “Projeya vejînkirina serdema Osmaniya hemû pêkhateyên herêmê dike hedefa xwe, armanc dagirkirina xakê û guhertina demokrafiyê ye. Efrîn jî mînaka vê yekê ye.”

 Axaftvanan ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin ku li dijî dijminatiya Tirkiyê bibin yek û li pêşiya êrîşên faşîstan bisekinin.

Çalakiya mertalên zindî berdewam e.

(jo)

ANHA