Leyla Guven wê  beşdarî şîna dayika xwe bibe

 Destûra Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 58 roj e di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî de ye beşdarî şîna dayika xwe bibe, hat dayîn.

Leyla Guven wê  beşdarî şîna dayika xwe bibe
4 ÇILE, 2019   13:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest dabû. Parêzeran ji bo Leyla dikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe serî li Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabûn. Miduriyetê bersiva erênî da serlêdanê.

 Hat ragihandin Miduriyetê daxwaza şandiye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û serdozgeriyê jî destûra beşdariya şînê daye Leyla.

 Piştî nêrîna bijîşkan a ku dê Leyla ji ber tenduristiya xwe dikaribe rêwîtiyê bike an na dê diyar bibe ka Leyla beşdarî şînê bibe an na.

 Parêzeran ji ber tenduristiya Leyla xwestin rêwîtî bi balafirê pêk were. Ev du roj e li Amedê ji ber mijê dijwar seferên balafiran hatine betalkirin. Ji ber ku balafir nikarin rabin endîşeya dîtina balafirê derket holê. Hat zanîn ku parêzeran xwestiye dema rêwîtiyê bijîşkek û parêzerek refaketê ji bo Leyla  bikin.