Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin

Şervanê YPG’ê Mehmûd Helinc ku duh di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû, îro li Kobanê bi merasimek girseyî hat oxirkirin.

Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
Kobaniyan Şehîd Mehmûd oxir kirin
4 ÇILE, 2019   14:15

KOBANÊ

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Resûl (Mehmûd Helinc), ku duh di pêngava dawîn a Hemleya Bagera Cizîrê, Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrezorê şehîd bibû, li Kobanê bi merasimek girseyî hat oxirkirin.

Merasîm li goristana Şehîd Dîcle ya ku dikeve başurê Kobanê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên Kobanê tevlî merasima Şehîd Mehmûd Helinc bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştî rêzgirtinê ji aliyê endamên Erka Xweparastinê ve torena leşkerî hat lidarxistin.

Piştî torenê Fermandara YPG û YPJ’ê ya herêma Firatê Kurdistan Serêkaniyê axivî. Kurdistan sersaxî ji malbata şehîd û gelê hazir re xwest û wiha got: “Me soza şopandina doza şehîdan daye û em ticarî ji kesî re serê xwe natewînin.”

Lİ ser navê malbata Şehîd Feyad Şahîn axivî û wiha got: “Serê me bi şehîdê me bilind be. Bila serê malbatên şehîdan xasbe.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê de jî cenazeyê şehîd bi tilîlî û druşma “Şehîd namirin” spartin axê.

Dê sibe ji bo Şehîd Mehmûd Helinc konê sersaxiyê li gundê Helincê bê vedan.

(hk-hh)

ANHA