Di 2 hefteyan de Rûsyayê 104 êriş dijî herêma 'bêçek' pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê carek din derdora gundê Şêx Yûsif bombebaran kir. Ji dema êrişa li dijî dibistana leşkerî ya Humsê ve Rûsyayê 104 êrişên hewayî dijî herêma “bîçek” pêk anîne.

Di 2 hefteyan de Rûsyayê 104 êriş dijî herêma 'bêçek' pêk anîn
18 cotmeh, 2023   10:06

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku careke din balafirên şer ên Rûsyayê herêmên bejahiyên Idlibê bombebaran kirin. Ev du roj li pey hev balafirên şer ên Rûsyayê derdora gundê Şêx Yûsif ê li rojavayê Idlibê bombebaran dike.

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Dêr Sinbul û Bênîn û bajarokê Erîha yên başûrê Idlibê, bajarokên Sermîn û Nêrib ên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî SOHR′ê, duh (17 Cotmeh) balafirên şer ên Rûsyayê li dijî derdora bajarokên Merat Misrîn, Hefserce, Şêx Behir, daristana bajarokê Şêx Yûsif, derdora bajarokê Erîha, daristana gundê Şêx Behir ê li rojavayê kargeha Misrînê 32 êrişên hewayî pêk anîn.

Ji dema hedefgirtina dibistana leşkerî ya Humsê (5′ê Cotmehê) ve ku ′komên terorîst′ wek berpirs hatibûn nîşandan, balafirên şer ên Rûsyayê 104 êrişên hewayî li dijî herêma ′bêçek′ pêk anîne.

Tê destnîşankirin 22 baregehên leşkerî yên komên çeteyan ên li herêma “bêçek” hatine bombebarankirin.

(fr/c)