HPC`ê dewreyek bi dawî kir

Hêzên Parastina Civakî (HPC), li Dêrikê dewreyek leşkerî û bîrdozî ku 3 rojan berdewam kir bi dawî kirin.

HPC`ê dewreyek bi dawî kir
HPC`ê dewreyek bi dawî kir
4 ÇILE, 2019   13:10

QAMIŞlO

Endamên HPC`ê dewreyek ku 3`ê rojan dewam kir dîtin. Di dewreyê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Piştî perwerdeya teorîk a 2 rojan, endaman di roja sêyem de bi awayek praktîkî çek bi kar anîn. Perwerde li gundê El- Selemiyê ya Dêrikê hat dayîn.

Endamên ku tevlî dewreyê bûn tekeziya fêrbûna rêgezên parastinê kirin û wiha gotin: “Divê gelê me li gorî pêvajoyê xwe perwerde û birêxistin bikin.”

ANHA