Ji bo Kurdên ku qeydên wan nîn in wê nasname bên dayîn

Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê diyar kir ku wê ji 6ˊê Nîsanê ve dest bi qeydkirina navên kesên ku nasnameyên wan tune ne (mektûm) bikin.

Ji bo Kurdên ku qeydên wan nîn in wê nasname bên dayîn
1 nîsan, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Karûbarên Sivîl, Ziyad El Ayiş diyar kir ku wê ji 6ˊê Nîsanê ve dest bi wergirtina daxwaznameyên Kurdên ku qeydên wan nîn in bê kirin. 

Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya malperên xwe yên fermî diyar kir ku komîte û navendên pejirandî dê li parêzgehên Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêrazorê dest bi wergirtina daxwaznameyan bikin, da ku kar û xebat bi rêkûpêk bimeşin û barên li ser welatiyan kêm bibin.

Wezaretê ragihand ku qonaxa yekem li ser wergirtina daxwaznameyan û kontrolkirina belge û îsbatên pêşkêşkirî li gorî prosedurên qanûnî yên têkildar e, ji bo amadekariya temamkirina prosedurên pêwîst a dayîna hemwelatîbûnê.

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri di 16ˊê Çileyê de fermana qanûnî ya hejmara 13ˊan a sala 2026ˊan derxist. Di naverokê de hat gotin welatiyên Kurd beşek resen ji gelê Sûriyeyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya Sûriyeyî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirin e.

(fr)