Bejahiya Heleb û Idlibê hat topbarankirin

Şerê hêzên Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma “bêçek” dewam dike. Di şer de leşkerekî Şamê birîndar bû.

Bejahiya Heleb û Idlibê hat topbarankirin
18 cotmeh, 2023   08:10

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê gundên Kefer Teal û Kefer Emme yên rojavayê Helebê, bajarokên Sifohin û Filêfil ên herêma Çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku derdora El Kebîne ya bakurê Lazîqiyê jî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên El Fetih El Mûbîn noqteyên hev topbaran kirine.

Li derdora bajarê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê jî leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên Tehrîr El Şam birîndar bû.

(c)