Pirsgirêkên cotkarên Şehbayê tên çareserkirin

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide pêdiviyên pêwîst ên cotkaran peyda bike da ku karibin hilberîneke baş ji çandiniya xwe wergirin.  

14 cotmeh, 2018   07:32

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Rûpîvana çandiniyê ku di sala 2016'an de li kantona Şehbayê ji aliyê Eniya El-Ekrad û Artêşa Şoreşgeran ve hatiye rizgarkirin, nêzî 500 hektar zeviyên avî ne û bêtirî 3500 hektar zeviyên bejî ne. Kantona Şehbayê bi çandiniya genim, kartol(Petata) û bi darên fistiqan navdar e.

Di encama şerê li herêmê de, ziyaneke mezin bi hilberîna çandiniyê bû û di van demên dawîn de jî cotkar nikarin semad û tovê çandiniyê peyda bikin û sotemenî jî gelekî buha bûye. Di encamê de bandoreke neyînî li hilberîna çandiniyê ya salane dibe.

Bi armanca çareserkirina van pirsgirêk û kêmasiyan, Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê projeyên taybet û giştî vekirin da ku şênî jê sûdê wergirin. Yek ji van projeyan çandiniya şînkahî ye û bi qasî têra herêmê zevî hatine çandin da ku cotkarên Şehbayê jê sûdê wergirin.

Komîteya Çandiniyê her wiha hewl dide pêdiviyên çandiniyê yên sereke û pêdiviyên xwedîkirina sewalan peyda bike. Komîte bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide tovê çandiniyê, semad û sotemeniyê jî ji cotkaran re peyda bike.

Komîte nêzî 3 hezar û 600 bermîl mazot li nêzî 250 cotkaran belav kir û bi vê mazotê rûpîvaneke bi qasî 450 hektar dê werin avdan.

Girêdayî mijarê Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê Kantona Şehbayê Basim Osman got komîte di mewsima îsal de karibû sotemeniyê, semad û tovê çandiniyê ji cotkaran re peyda bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: Di encamê de sîstema xwetêrkirinê li Şehbayê tê meşandin û miqdarek hilberîna çandiniyê jî hate firotin."

Cotkarê bi navê Ebdo Kor Ehmed ji şêniyên navçeya Ehrezê ye û behsa astengiyên li pêşiya cotkaran kir û wiha got: "Tevî hemû hewldanên Komîteya Çandiniyê, lê dîsa jî hin pirsgirêk nehatine çareserkirin. Yek ji van astengiyan semad gelekî kêm e û têra zeviyên kantonê nake."

(bb)

ANHA