Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin

Li kolan, park û derdora dibistanên Hesekê çop kom bûye. Şênî gazincan dikin, Daîreya Paqijiyê jî got wesayîtên wan xira bûne û hejmara karkeran kêm e.

Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
Li Hesekê pirsgirêka paqijiyê nayê çareserkirin
13 mijdar, 2026   03:25
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê pirsgirêka paqijiyê mezin bûye. Çop li kolanên wê kom bûye û şêniyan got ew ji ber bêhnê û gemarê îdare nakin û metrisî heye ku nexweşî belav bibin. Daxwaz ji aliyên têkildar kirin ku çareyekê ji pirsgirêka paqijiyê re bibînin.

Êdî çop li kolan, park û derdora dibistanan gelekî kom bûye.

Berpirs û berdevkê Daîreya Paqijiyê ya Hesekê Ehmed El Zahir der barê pirsgirêkê de axivî û got: "Daîre 2 danan dixebitî, bi roj û bi şev. Lê şaredarê Hesekê ev biryar guhert û xebata danê êvarê betal kir. Her wiha gelek wesayîtên me xira bûne û hejmara karkerên beşa paqijiyê kêm e."

El Zahir got tîma paqijiyê li gorî plansaziya datînin li pêşiya wê dixebite û wiha lê zêde kir: "Ji aliyê başûr û rojava dest pê dike, piştre bazarê paqij dike û her dawî aliyê bakur û rojhilatê bajêr paqij dike. Heke tîma paqijiyê danê êvarî jî bixebitê dê pirsgirêk heyanî astekî were çareserkirin. Her wiha divê aracan bidin me û hejmara karkeran zêde bikin."

(np)

ANHA