Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike

Şêniyên gundên Aliyan ên girêdayî navçeya Girkê Legê ji ber xirabûna rêyan bi gilî û gazinc in. Şênî ji bo ku di rêyên xirabûyî re derbas nebin rêyeke axî ji xwe re vekir. Ji aliyê xwe ve şaredarî hewl dide pirsgirêkê beriya zivistanê çareser bike. 

Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike
Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike
Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike
Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike
Rêyên xirabe tevgera veguhastinê di navbera gundên Aliyan de asteng dike
14 cotmeh, 2018   07:41

KELSÛME ELÎ - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Gundên Aliyan ên girêdayî navçeya Girkê Legê bi toreyeke rêyên qîrkirinî bi hev ve girêdayî ne. Tevgera veguhastinê di navbera gundan de, di navbera gund û navenda navçeya Girkê Legê de û rêya giştî ya Qamişlo-Dêrikê hêsan dike.

Lê ev rê ji ber baran û lehiyên zivistanê û ji ber ku ev bûye demeke dirêj nehatine bikaranînî, zirar dîtine. Ji ber telefbûna rê û çêbûna çalan şênî nikarin van rêyan bi kar bînin. Çal û kortên di rê de çêbûne zirarê dighînin erebeyan û tevî wê jî gelek qeza li ser van rêyan rû didin.

Çareseriyeke demkî

Şêniyên van gundan ji bo pirsgirêkê derbas bikin, havînê rêyeke axî di nav zeviyên şêniyan de li rex rêya ku telef bûye, vekir. Lê ev çareseriyeke demkî ye û şênî tenê di havînê de sûdê jê werdigirin. Her wiha ev rê dibe sedema belavbûna tozê.

Bi hatina zivistanê re û barîna baran û berfê li hin gundên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê zehmetiyên şêniyan zêde dibin û rêyên van gundan bi temamî qut dibin.

Têkildarî mijarê nûçegihanên ajansa me di nav wan gundan de geriyan û rêyên hinek gundên Aliyan, jê rêya gundên Kehnî Girek, Gorteban û Sermisax ji nêz ve dîtin. Ev rê gelekî xirabe bûye û şênî rêyên axî bi kar tînin.

Hinek şêniyên wan gundan desnîşan kirin ku ajokarên teksiyan ji ber nebaşiya rê, kiriyên buha ji wan dixwazin. Di vê demê de Şaredariya Gel a gundê Mistefawiyê beriya zivistanê dest bi sererastkirina wan rêyan dike. Lê şênî bi hewldanên şaredariyê ne razî ne. Ji ber ku piraniya deverên hatine sererastkirin, ji asta rê bilindtir in û zû telef dibin.

Şaredarî hewl dide rêyan sererast bike

Di meha borî de Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê û Şaredariya Gel a gundê Mistefawiyê beriya zivistanê weke çareseriyeke demkî rê sererast kirin.

Berpirsên beşa fenî ya Şaredariya Gel a Mistefawiyê ya teqez kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê projeyek amade kirine û ew li benda erêkirina Desteya Şaredarêyan a Herêma Cizîrê ne da ku dest bi projeyê bikin.

(şx)

ANHA