Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirinên xwe der heqê şêniyên Efrînê de didomînin û dîroka kantonê qir dikin.

Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
Di nava bêdengiya navdewletî de binpêkirin li Efrînê didomin
14 cotmeh, 2018   07:26

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hovanetirîn şêwazên qirkirinê der heqê şêniyan de pêk tînin.

Di van demên dawîn de nakokî di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li ser mewsima zeytûna zêde dibin. Her wiha çete berhemên dîrokî yên Efrînê didizin. Çeteyan bi vê yekê sînordar neman, lê belê dest bi ji hev vekirina xeta trênê li gundê Meydan Ekbes yê navçeya Racoyê kir û piştre dişînin Ezazê. 

Dizîna zeytûnan

Tevî ku çeteyên artêşa Tirk bi rêjeya ji sedî 90 zeviyên zeytûnan desteser kirine, nakokî di navbera wan de li ser parvekirinê zêde dibin. Çavkaniyên pêbawer diyar kirin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li ser parvekirina mewsima zeytûnê ya şêniyê bi navê Ibrahîm Îbo yê ji gundê Çeqala yê girêdayî navçeya Cindirêsê pev ketine.

Heman çavkanî teqez kir ku çeteyên Feyleq El-Şam û bi fermana MÎT’a Tirk di van demên dawîn de di nav zeviyên zeytûnê de belav bûne û hilberînên şêniyan didizin û dişînin Tirkiyeyê.

Jihevkirina xetên trênê û talankirina wê

Dagirker ne tenê milk û malên şêniyan didizin, her wiha xetên trênê ya ku di gundê Meydan Ekbes yê navçeya Racoyê re derbas dibe, hil dikin. Her wiha çavkaniyekî taybet teqez kir ku çeteyên artêşa Tirk xetên tirênê yê Meydan Ekbes ji hev dikin û dişînin bajarê Ezazê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev rê ji hêla şîrketeka Alman ve di navbera 1911`an û 1913`an da ku Ewropayê bi Rojhilata Navîn girê bidin hate avakirin.

Dizîna berhemên dîrokî

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li cihên dîrokî vekolanan dikin û parçeyên dîrokî didizin û dişînin Tirkiyeyê. Hinek dezgehên ragihandinê teqez kirin ku di van demên dawî de  bi sedan parçeyên dîrokî di nav de yên girêdayî kantona Efrînê li muzexaneyên Tirkiyeyê hatine bicihkirin.

Wêneyên ku gihaştina destê ajansa me, diyar dibe ku çete li cihên dîrokî vekolanan dikin û parçeyên dîrokî didizin. Li gorî şêniyên Efrînê cihê ku di wêneyan de xuya dibe û çete jê didizin, li derdora gundê Xezewiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa ye.

Revandina endamekî El-Partiyê

Her wiha çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku artêşa Tirk parêzer û rêveberê berê yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê El-Partî Sadiq Necar yê 71 salî revandiye. Çavkanî destnîşan kir ku dema Sadiq li avahiya Serayê bû, li bajarê Efrînê hate revandin û ew birin mala wî û laptopa wî desteser kirin û piştre ber bi cihekî nediyar ve birin.

(şx)

ANHA