Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne

Ji ber bilindbûna bihayên sotemenî, sobeyan û kêmbûna hêza kirînê malbatên Sûriyeyî rûbirûyê zivistaneke dijwar in. Malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem zivistana xwe bêyî piştgiriya sotemeniyê ya mîna berê wê derbas bikin.

Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne
Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne
Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne
Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne
Sûriyeyî bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne
15 îlon, 2026   04:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bihayê Berhemên Petrolê 13‘ê Îlon lîsteya nû ya bihayên sotemeniyê derxist. Li gorî vê lîsteyê, bihayên tevahî berhemên petrolê zêde bûne û yê mazotê ku Sûriyeyî ji bo germkirina zivistanê bi kar tînin gihand 175 lîreyên Sûriyeyî. Tevî pêdiviyên din ên bingehîn, bihayê mazotê şênî rûbirûyê rewşeke dijwar dihêle.

BIHAYÊN SOBEYAN ZÊDE BÛN

Ji niha ve sobe daketine bazara El Menxeliyê ya Şamê. Li aliyekî din dikanên sererastkirina sobeyên kevin hatine vekirin.

Bihayê sobeyên biçûk ên markeyên populer an jî kêm-naskirî gihîşt nêzîkî 675 hezar lîreyên Sûriyeyê (zêdetirî 50 dolarî). Lê bihayê sobeyeke bi heman mezinahiyê ya markeyeke navdar milyonek û 250 hezar lîreyî ye. Bihayê sobeyên mezin jî dighêje 2 milyon lîreyan e û bihayê sobeyên "turbo" digihîje 6 milyon lîreyan.

Sobeyên hesinî yên bi daran dixebitin bi nêzîkî 500 hezar lîreyî tên firotin, lê modelên ji hesinê bi cureya fontê heta 7 milyon lîreyî ne.

Cureyên sobeyên li ser gazê dixebitin wekî vebijarkeke guncaw tê dîtin, daketine bazaran. Sedema vê yekê jî peydabûna gazê û lêçûna wê ya kêmtir li gorî germkirina bi kehrebê.  Bihayên van cure sobe jî cuda ne, hinek erzan in û hinek dighêjin heta 3 milyon lîreya Sûriyeyê.

Hesan Ebû Omer ku dikanek wî ya firotina sobeyan li sûka El Menxeliyê heye diyar kir ku mesrefên sobeyan ji bo malbatên Sûriyeyî bareke û da zanîn ku bihayê sobeyan li gorî demsala borî ji sedî 25 zêde bûye.

Ebû Omer sedema zêdebûna bihayê sobeyan spart mesrefên zêde yên hilberînê, çavkaniyên enerjiyê, heqdestê karkeran, kirêya dikanan û muxalefetên giran e ku di hin rewşan de di navbera 10 heta 15 milyon lîreyî ne.

Bazirganekî diyar kir ku kirîna sobeyan li gorî salên berê kêm bûye û got, berê firoşkaran daxwaza erebeyek an jî 2 erebeyê tijî sobe dikirin, lê îsal nêzîkî 5 sobeyan tenê dixwazin. Piranî sobeyên kevin tamîr dikin û heta demeke dirêj bi kar tînin.

Li gorî Ebû Omer, çêkirina sobeyan gelek pêş ketiye û modelên bi dar, gaz û mazotê dixebitin hene. Sobeyên veguhestinê ku dikarin ji odeyekê bibin odeyek din tên çêkirin. Lê pir kêm modelên nûjen ên ku bihayên wan bilind tên kirîn. Di heman demê de piraniya malbatan sobeyên biçûktir hildibijêrin ku bihayê wan li gorî par ji sedî 25 zêde bûye.

Şêniyê bi navê Wail Seydawî diyar kir ku basteyên çêkirin û firotina sobeyên kêm-kalîte û bêkontrol belav bûne û da zanîn ku bi vê yekê dixwazin li ser hesabê hewcedariya şêniyan û hêza wan a sînordar a kirînê sûdê werbigirin.

Seydawî anî ziman ku pêdiviya germkirinê bi sobe, borî û herî kêm 200 lître mazotê heye. Lê li gorî bihayên nû mesrefa giştî digihêje milyon lîreyên Sûriyeyê, yanî pêdiviya malbatekê bi mûçeyê 4 mehan heye da ku lêçûna demsaleke germkirinê dabîn bike.

Aborînas Ayid Cîhad ji ajansa me re diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê 2 ji sêyan mûçeyên xwe li ser enerjî û xwarinê xerc dikin.

Cîhad destnîşan kir ku ji ber zêdebûna li pey hev a bihayên sotemenî û pêdiviyên germkirinê dê zivistana bê dijwartir be.

Cîhad diyar kir ku bihayên hemû rêbazên germkirinê çi bi mazotê, çi bi dar, çi bi gazê, çi jî bi kehrebeyê li gorî par zêde bûne. Cîhad anî ziman ku germkirina bi kehrebeyê ji bo gelek malbatan êdî ji ber zêdebûna fatûreyên kehrebê vebijarkek guncaw nîn e.

Cîhad da zanîn ku bihaya serfkirinê  êdî ne diyarkerê lêçûn û bihayan e, nemaze piştî guhertina pereyên Sûriyeyê yên kevin bi yên nû.

Li gor Cîhand, buhayên zêde yên nan, gaz, sotemenî û pêdiviyên hilberînê malbatên xizan bi vebijarkên sînordar dihêle, malbat dev ji hin pêdiviyan berdidin û germkirin dibe para kesên dewlemend tenê.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ RÛBIRÛYÎ ZIVISTANEKE NE WEKE PIŞTGIRIYA BERÊ YE

Pirsgirêka germkirinê ji Şamê wêdetir diçe û bandorê li herêmên din ên Sûriyeyê dike. Desteka sotemeniyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat dayîn, sekiniye.

Zêdetirî 10 roj e li parêzgeha Hesekê destekkirina qadên xizmetguzarî, jenartor, firin û veguhestin bi mazotê sekiniye.

Rêveberiya Xweser berî 300 lître mazot bi buhayên kêm li her malbatekê belav dikir. Malbatan bi vê yekê pêdiviya xwe ya zivistanê bi cih dianî.

(f)

ANHA