Dagirkeriya Tirkiyê çekên giran derbasî Idlibê dike

Artêşa Tirk a dagirker bi mebesta parastsina nûqteyên xwe yên çavdêriyên yên ku Idlibê çêkirine qeweta xwe li navçeya Hatay zêde dike da ku derbasî Idlibê bike.

Dagirkeriya Tirkiyê çekên giran derbasî Idlibê dike
17 tebax, 2018   19:07

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker piştgirya xwe bi komên çete yên li Idlibê didomîne. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, artêşa Tirk a dagirker qeweta xwe li navçeya Hatayî zêde kirine da ku derbasî Idlibê bike.

Çavkanî dest nîşan kir ku tank, panzêrên pêşketî ya M60 derbasî navçeyê kirin.

Li gorî çavkaniyî artêşa dagirker dê roja şemiyê derbasî Idlibê bibe da ku nûqteyên xwe yên çavdêriyên yên ku li Til Îs û Morik a Bakurê Hemayê biparêze.

Ceteyên Cebhet El-Nusra piraniya Idlibê dagir kiriye, li gorî çavêdran dagirkeriya Tirkiyê çekan derbasî herêmên di bin dagirkeriya Cebhet El-Nusra de dike.

Li gorî çavkaniyan, komên çete li dijî êrîşên muhtemel amadakariyan dike.

ANHA