Fermandariya Giştî ya YPJ`ê: Parastina jinan erkeke me ya bingehîn e

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya 25`ê Mijdarê diyar kir “Parastina jinan erkeke me ya bingehîn e. Tenê bi yekbûna jinan em dikarin zîhniyeta desthialtdariyê pûç bikin û hilweşînin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê: Parastina jinan erkeke me ya bingehîn e
25 mijdar, 2026   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de Fermandariya YPJ`ê diyar kir ku parastina jinan erkeke wan a bingehîn e û wiha hate gotin: "Tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke takekesî, ne meseleyeke malbatî û ne jî bûyereke ji rêzê ye, ew diyardeyeke sîstematîk e. Li hemberî vê rastiyê em parastina jinan weke erkeke xwe yê bingehîn û yê nayê nîqaşkirin dibînin û vê parastinê ne tenê weke parastineke leşkerî, lê di heman demê de weke parastineke civakî, derûnî, hiqûqî û exlaqî pênase dikin."

Di berdewama daxuyaniyê hate gotin ku têkoşîna wan a li dijî tundiya li ser jinan ne tenê wek erkeke demkî, lê ew wek sozeke mayînde ye ku bi xwîna şehîdên jin hatiye mohrkirin û wiha pê de çû: "Em diyar dikin ku tundî bi tenê bi lêdan û kuştinê pêk nayê, tundî di heman demê de bi bêdengkirin, bi sînordarkirin, bi bêparhiştina ji perwerde, kar û jiyana civakî, bi zexta derûnî û bi redkirina îradeya jinê jî pêk tê, û hemû cureyên tundiyê ji heman çavkaniyê xwedî dibin û heman armancê diparêzin, lewma li hemberî her cure tundiyê divê bi heman biryardarî û berpirsiyariyê were sekinandin, û bêdengiya li hemberî tundiyê bixwe jî weke beşek ji tundiyê tê dîtin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku rûmeta xwe biparêzin ji nan û av zêdetir û bi tenê nemînin, li hemberî tundiyê bê deng nemînin û îradeya xwe biparêzin, tenê bi yekbûna jinan em dikarin zihniyeta desthiltdariyê pûç bikin û hilweşênin. Di heman demê de bang li tevahiya civakê, li saziyên hiqûqî û li hemû hêzên ku ji azadî û wekheviyê bawer dikin dikin ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî parastina jinan bi cih bînin civaka ku jin tê de di bin tundiyê de be, pêşeroja wê civakê jî di bin xetereyê de ye."

(np)

ANHA