Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in

Şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin û piştgirya xwe ya bi Şengalê re nîşan dan.

Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
Gelê Hesekê: Em hemû Şengal in
17 tebax, 2018   18:44

HESEKÊ

Li dijî êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê ku 15‘ê Tebaxê pêk hatî û di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî hate şehîdxistin bi sedan şêniyên bajarê Hesekê meşiyan.

Meş ji çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer ber bi çerxeriya Şehîd Serhed a taxa Minftî ve dest pê kir.

Di meşê de, wêneyên mam Zekî Şengalî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hildan û pankartên "Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser dîrok, çand û nirxên mirovahiyê ye, em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin, em hemû Şengal in û ji êrîşa Tirkiyê ya li se Şengalê re na" hatibûn vekirin her wiha bi yek dengî dirûşmeyên silavkirina Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirkiyê beriz dikirin.

Li çexeriya Şehîd Serhed, deqeyek rêz hate girtin. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Dawûd Hec Elî axivî û got, "Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin, di kesayeta şehîd Zekî hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Tirkiyê bi êrîşên xwe têkbirîna îradeya gelê me dike hedef."

Hec Elî banga hevgirtinê li gelê herêmê kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA