Di çalakiyeke taybet a Xezeba Zeytûnê de serçeteyekî Tirkiyê hat kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke taybet a hêzên wan de serçeteyekî  "Foc Mustefa" bi navê Yasîn El-Casim hat kuştin.

Di çalakiyeke taybet a Xezeba Zeytûnê de serçeteyekî Tirkiyê hat kuştin
17 tebax, 2018   19:58

NAVNDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di der barê çalakiyê de daxuyanî da û dîmenên çalakiyê weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Hêzên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di dîroka 16/08/2018‘an de çalakiyeke taybet li dijî serçeteyê koma Foc Mustefa yê bi navê Yasîn El-Casim kir. Piştî ku tevgera wî şopand ew kuştin. El-Casim destî wê de talakirina malên sivîlan û heqaretkirina li hemberî wan de ye, ji lewra hate kuştin.

Li ser vê esasî me soz da ye ku hemû komên çete ku hesabxwestina ji wan pir giranbe, Efrîn sebir bike tolhildan tê."

ANHA