Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Kobanê bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da û tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinan şermezar kir
25 mijdar, 2026   11:05
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi tevlêbûna endamên meclisê û dayikên şehîdan daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama Meclisê Xalîda Elî ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Li ser navê Meclisa Hevjînên Şehîdan, bi boneya 25’ê Mijdarê em dengê xwe li dijî hemû cureyên tundiyê bilind dikin. Tundiya li hember jinan pirsgirêkeke cîhanî ye ku di hemû civak û çandan de rû dide, berpirsiyariya me ye ku em li dijî wê bisekinin û asta tekoşîna berxwedanê bilind bikin.

Em wek rêxistinek ku ji bo xurtkirin û piştgirîkirina malbatan dixebitin, wek erka xwe dibînin ku pêşîlêgirtina tundiyê bikin navenda xebata xwe. Em banga diyalogê dikin li ser perwerdeya bi tundî, perwerdeya wekheviya zayendî û beşdariya civakî da ku hişyariya li ser vê pirsgirêkê bilind bibe.
Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê hem tedbîrên pêkhateyî û hem jî guhertinên civakî pêwîst in. Ji bo vê yekê em daxwaz dikin; piştgiriya jin û zarokên dibin qurbanîya tundîyê, bê kirin û bên parastin. Bi rêya perwerdehî û hişyariyê zêdetir pêşî li tundiyê bê girtin. Li dijî sûcdarên tundiyê rêkarên qanûnî yên domdar bên pêkanîn. Tundiya li hember jinan ne mijareke taybetî ye, pirsgirêkeke civakî ye ku bandorê li civaka me dike. Tundî bi hemû formên xwe wek bê maf hêştin, zewaca bicûk, dûrxistina ji xwendin û kar,xistina jîyana jinê tenê di erkên malê de, ev hemû binpêkirin û sûc bandoreke neyînî û yekser li ser zarok, malbat, civak û gel jî dike, ji ber vê divê em li hemberî van kiryaran xwe berpirsiyar bibînin û bêdeng nemînin, ji ber ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye.”

(so)

ANHA