Li gundewarên Şamê teqînekê rû da

Li Cebel El Mani ya herêma El Kiswa ya Şamê teqînekê rû da. Çavkaniyên xwecih da zanîn ku teqîn di encamê bermahiyên şer de çêbûye û zirarên canî çênebûne.

Li gundewarên Şamê teqînekê rû da
25 mijdar, 2026   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih li derdora Cebel El Mani ya herêma El Kiswa ya gundewarên Şamê teqînekê rû da û ji cihê bûyerê dûman derket.

Di nava agahiyên destpêkê de hat destnîşankirin ku teqîn ji ber teqîna bermahiyên şer ê kevin derketiye holê, di encamê de zirarên canî çênebûne, lê hîn jî bermahî û zirarên madî nehatine diyarkirin.

(sb)