Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî aliyên hiqûqî yên pêvajoyê û rewşa girtiyên nexweş bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtinek kirin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir
25 mijdar, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re hevdîtinek kirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de aliyên hiqûqî yên pêvajoyê, pirsgirêkên înfazê û rewşa girtiyên nexweş jî di nav de rewşa li girtîgehan hatiye nirxandin.