Ji Zeydî daxuyaniyeke din li dijî Başûrê Kurdistanê

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî piştî helwesta rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê da zanîn ku biryara Iraqê mijareke niştimanî ye, komara Iraqê dewleteke xwedî serwerî û federale, biryarên xwe ji welatên din wernagire.

Ji Zeydî daxuyaniyeke din li dijî Başûrê Kurdistanê
25 mijdar, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama bertekên aliyê Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê, li dijî biryarên duh (24 Mijdar) ên ku ji hêla Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo kontrolkirina bîrên petrolê û deriyên sînorî derketine, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, der barê biryarên nû, girtina çend rêkaran û nerazîbûna aliyê Kurdî ya li ser wan biryaran daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryara Iraqê mijareke niştimanî ye. Ew rêkarên ku hikumet di nav sînorên navneteweyî yên naskirî yên Iraqê de digire, çavkaniyê ji îradeya wê ya serbixwe digirin û tenê pişta xwe bi desthilatên destûrî û berpirsyariyên yasayî ve girê didin. Ew ne bersiva teşwîq, sepandin yan arastekirina tu aliyên derve ye.”

Hat destnîşankirin ku hikumeta Iraqê rewatiya biryarên xwe ji helwest û arasteya welatan wernagire û ji bo cîbicîkirina berpirsyariyên xwe yên destûrî û serweriyê li benda teşwîqa tu kesî namîne, li gorî berjewendiya bilind a Iraqê, mafên gelê wê, pêdiviyên ewlehî û aramiya wê çi dixwazin gav davêje.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokewzîrtiya Iraqê got: “Biryara me Iraqî ye, îradeya me nîştimanî ye, merceya me destûr, yasa û berjewendiya bilind a Iraqê pîvane ku biryarê li ser helwest û rêkarên me dide.”