Li Kerkûk û Nînowayê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan û hêzên ewlehî li Parêzgehên Kerkûk û Nînowayê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin û radestî aliyên peywendîdar kirin.

Li Kerkûk û Nînowayê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
25 mijdar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku hêzên wan bi hemahengiya li gel hêzên ewlehiyê, di encama 2 operasyonên cuda de 2 çeteyên DAIŞ`ê li Parêzgehên Kerkûk û Nînowayê girtin.

Hat diyarkirin ku ji bo her du çeteyan li gorî Madeya 4`an a Yasaya Dijeterorê fermana girtinê hatibû derxistin û radestî aliyên peywendîdar hatin kirin.