Tirkiyê bandora xwe ya herêmî berfireh dike û Netanyahu gefan  li Îranê dixwe

Gavên Tirkiyeyê ber bi Lubnanê ve berfered dibin, ji ber îhtîmala pevçûnek nû ya Îsraîl-Îranê de. di heman demê de Ewropa ji çareseriyek Amerîkî-Rûsyayê ditirse ku dê şerê Ukraynayê li ser  hesabê ewlehî û berjewendiyên wê yên stratejîk biqedîne.

Tirkiyê bandora xwe ya herêmî berfireh dike û Netanyahu gefan  li Îranê dixwe
25 mijdar, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro li ser gavên Tirkiyeyê yên ji bo berfirehkirina bandora xwe li Lubnanê, îhtîmala pevçûnek nû di navbera Îsraîl û Îranê de û fikarên Ewropî yên li ser çareseriyek ji bo şerê Ukraynayê ku dê ewlehiya parzemînê bixe xetereyê, nivîsîn.

TIRKIYE HESABÊN XWE YÊN EWLEHIYÊ BER DI LUBNANÊ BERFIREH DIKE

Rojnameya El Ereb a li Londonê destnîşan kir ku pêşketinên li Sûriyeyê, pevçûna zêde ya bi Îsraîlê re û ji nû ve rêzkirina bandorê li Rojhilata Navîn, Tirkiye neçar kiriye ku Lubnanê di hesabên xwe yên ewlehî û stratejîk de bigire, piştî ku ew di siyaseta xwe ya herêmî de wekî qadeke duyemîn maye.

Rojnameyê diyar kir ku Enqere hewl dide ku hebûna xwe bi rêya alîkarî, projeyên aborî, û têkiliyên siyasî û çandî xurt bike, lê ew bi astengiyên têkildarî hevsengiya mezhebî ya Lubnanê û pêşbaziya di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de re rû bi rû dimîne.

DUDILIYA TRUMP NETANYAHU BI VEBIJARKA ÊRÎŞEKE YEKALÎ LI SER ÎRANÊ DIHÊLE

Rojnameya Lubnanî El Nahar, ji ber hesabên cuda yên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser îhtîmala şerekî nû bi Îranê re nivîsî.

Trump heta destpêka salê şansek dide hewldanên navbeynkariyê yên Pakistan û Qeterê, di heman demê de Netanyahu ji bo êrîşeke bilez zextê dike, ji ber ku ditirse ku serkeftina opozisyonê di avakirina hikûmeteke nû de dikare hewldanên wî yên ji bo mayîna li ser desthilatdariyê bi dawî bike.

Rojnameyê pêşniyar kir ku heke Washington ji beşdarbûnê dûr bisekine, dibe ku Îsraîl serî li êrîşeke yekalî bide, her çend ew ê ji Amerîkayê çiraya kesk hewce bike.

rojnameyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê planên leşkerî yên hevbeş pejirandine, ku Washington lîsteyeke nû ya hedefên Îranê amade dike ku tesîsên nukleerî, binesaziyê û rêberên leşkerî dihewîne.

EWROPA JI RÊKEFTINEKE AMERÎKA-RÛSYAYÊ LI SER HESABÊ EWLEHIYA XWE Û UKRAYNAYÊ DITIRSE

Rojnameya Siûdî El Şerq El Ewsat nivîsî ku desteserkirina Demokratan a her du meclîsên Kongreya Amerîkayê rêveberiya Trump dixe ber lezandina hewldanên ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê, di heman demê de Moskow hewl dide ku destkeftiyên herêmî berî ku hevsengiya hêzê li Washingtonê biguhere bi dest bixe.

Rojnameyê destnîşan kir ku Ewropa bi hevkêşeyek tevlihev re rû bi rû ye di navbera xwesteka wê ya rawestandina şer û tirsa wê ji peymanek ku destkeftiyên Rûsyayê diparêze û ewlehiya wê ya stratejîk tehdît dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku gava rêberên Ewropî ji bo avakirina tîmek danûstandinê tirsên wan ji têgihîştineke Amerîkî-Rûsyayê nîşan dide ku dê qadên bandorê li ser hesabê parzemînê û Ukraynayê ji nû ve xêz bike.

(k)

ANHA