Leyla Qereman: Em bi hev re li dijî tundiyê tê bikoşin û Sûriyeya demokratîk ava bikin

Hevseroka Meclisa MSD`ê Leyla Qereman diyar kir ku di encama zayendperestiyê de û newekheviya di navbera jin û mêran de tundî ji aliyê fizîkî, psîkolojîk û siyasî ve li ser jinan tê kirin.

Leyla Qereman: Em bi hev re li dijî tundiyê tê bikoşin û Sûriyeya demokratîk ava bikin
25 mijdar, 2026   11:33
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman ji ajansa me re axivî.

Leyla Qereman di destpêka axaftina xwe de jinên Sûriyeyê silav kir û got: "Ez her jineke Sûriyeyê, têkoşer, berxwedêr, berpirsyar, mamoste û xwendekar ku di vê pêvajoyê de li dijî tundiyê têdikoş in, silav dikim. Di vê rojê de em têkoşîna jinên Sûriyeyê ya di hemû pêvajoyan de bi bîr dixin. Di pêvajoyên ku Sûriyeyê tê re derbas bû li ber xwe dan, jiyan ava kirin û hebûna civakî parastin. Jinan di eniyên herî pêş de parastina azadî, rûmet û aştiyê kir. Bi sebir û wêrekî berpirsyariya encamên dagirkirine û koçberiya bi dare zorê rakir. Ew di her gund û bajarî de çavkaniyên hêviyê ne. Ji bo avakirina Sûriyeya nû; Sûriyeya bi edalet û pirreng tê dikoşin."

Leyla Qereman paşguhkirina jinan di aliyê siyasî û qanûnî de nirxand û wiha got: "Li Sûriyeyê guhertin çêbûn lê hîna di jiyana giştî û navendên biryarê de rolekî çalak ê jinan nîne. Ev zayendperestî û tundiya siyasî ye. Heke jinan di navendên biryarê de paşguh bikin tê wateya ku wan ji mafên wan mehrûm dikin. Ew ê nekarin parastina mafên xwe bikin. Di aliyê aborî û jiyanî ve jinan barekî mezin rakiriye. Lê jinan ji kar, heqdesteke bi edalet û parastina civakî mehrûm dikin. Ev yek dibe sedema ku jinan ji bo berjewendiyên xwe bidin bikaranîn."

Ji bo rewşa jinên Sûriyeyê Leyla Qereman got hîna ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk û siyasî ve tundî li jinên Sûriyeyê tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encama zayendperestî û bê wekheviyê de tundî heye. Pirsgirêka jin ne tenê bi jinan ve girêdayî ye, ew pirsgirêkeke civakî, hiqûqî û siyasî ye, ji bo malbatê û tevahiya civakê girîng e. Heke hebûna jinan neyê naskirin û di avakirina siberoja Sûriyeyê de rolê wan nebe, pirsgirêka jin nayê çareserkirin. Divê jin ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de wergirin. Di pêvajoya edaleta veguhêz de girîngiyê bidin rûmeta jinan, rolê jinan ne tenê di gotinê de bimîne. Kesên ku destdirêjî li jinan kiribin werin cezarkirin, di aliyê madî, manewî û psîkolojîk de tazmînat ji bo jinên ziyan dîtine, bêne dayîn û garantiya mafên wan were dayîn."

Leyla Qereman ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de got: "Ji bo dilsoziya bi dîroka jinên Sûriyeyê û têkoşîna wan a neteweyî, divê li ser bingehê hemwelatiya wekhev, mafên wan di destûrê Sûriyeyê de bêne misogerkirin. Hemû cureyên tundiyê weke sûc bê pênasekirin, cihê jinan di komîteyên neteweyî û hemû saziyên pêvajoya veguhêz de hebe. Çanda tundiyê bê guhertin û ji aliyê aborî û perwerdeyê ve rê li ber jinan bê vekirin."

Leyla Qereman di dawiya axaftina xwe de got: "Rêya me ya têkoşînê dirêj e, ji me hemûyan berpirsyariyeke dîrokê tê xwestin. Ji hemû hêz, saziyên jin û yên sivîl tê xwestin ku bi hev re bixebitin. Mêr jî xwe ji ferasetên xwe rizgar bikin, da ku hevbeş û wekhev bijîn.

Ez bang li hemû jinan dikim ku xwe bi rêxistin bikin, diyalogê xurt bikin da ku bikarin siberoj û deskeftiyên xwe biparêzin. Em bi hev re dawî li tundiyê bînin, bi hevre Sûriyeya bi edalet, pirreng û demokratîk ava bikin. Bila hikûmeta veguhêz dawî li siyaseta xwe ya zayendperest bîne û dan û standinê bi jinan re bikin. Ji ber ku rola jinên Sûriyeyê di diyalog û pêvajoya siyasî de heye."

(np)

ANHA