Serokê Meclisa Tirkiyeyê ji bo Komîsyona Çavderiyê ji partiyan re nivîs şand

Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina Komîsyona Çavderiyê ji partiyên siyasî xwest ku ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya ku dê ji 19 endaman pêk were, endamên xwe bişînînin, Kurtulmuş ji bo vê gavê jî demek diyar kir.

Serokê Meclisa Tirkiyeyê ji bo Komîsyona Çavderiyê ji partiyan re nivîs şand
25 mijdar, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo Komîsyona Meclisê ji partiyên siyasî re nivîsek şand.

Di nivîse de hat gotin ku divê partiyên siyasî heta roja Duşemê seat 17:00`an endamên xwe ragihînin.

Komîsyona Çavderiyê dê ji 19 endaman pêk were û partiyên siyasî li gorî deng û kursiyên meclisê endaman bişînin komîsyonê.

AKP`ê dê 9 endaman bişînê komîsyonê, Yenî Partî 3, DEM Partî û MHP`ê 2, CHP, ÎYÎ Partî û Koma Yenî Yol jî dê endamek bişînin komîsyonê. Her wiha ji bo Yenî Partî beşdarî komîsyonê nabe 3 endamên Yenî Partiyê dê di nava partiyên din de bên parvekirin. Li gor vê yekê DEM Partî dê 3 endaman bişîne komîsyonê.