Encûmena Dadweriyê daxwaza girêdana bi destûrê ji Bexda û Hewlêrê kir

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê piştî biryarên Serokwezîrê Iraqê û derketina helwestan bang li hikumeta Iraq, hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, giştî hêzên siyasî kir ku girêdayî destûra bingehîn bimînin.

Encûmena Dadweriyê daxwaza girêdana bi destûrê ji Bexda û Hewlêrê kir
25 mijdar, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê têkildarî nakokiyên navbera hikumeta Iraq û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Iraq dewleteke federalî, yekgirtî û serbixwe ye, sîstema hikumraniyê têde komarî, parlementoyî û demokratîke.

Hatiye gotin ku destûra sala 2005`an garantiya vê sîstemê ye, mafê Dadgeha Bilind a Federal jî heye ku xalên wê şîrove bike.

Di dewama daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraq, hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û giştî hêzên siyasî yên peywendîdar tê kirin ku girêdayî bendên destûrê bimînin.

Ev daxuyanî piştî ku duh (24 Mijdar) Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî çend biryarên nû yên têkildarî deriyên sînorî û bîrên neftê derxist hat dayîn, biryarên ku derketin deverên di bin kontrola Herêma Başûrê Kurdistanê jî digire nava xwe.