Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re civiyan.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya
3 cotmeh, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de xebatên Desteya Şopandin û Nirxandinê û Desteyên Jêr hatin nirxandin.

Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Desteya Şopandin û Nirxandinê bi Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin nêzî saet û nîvekê dom kir. Di civînê de xebatên desteyê û Desteyên Jêr hatin nirxandin. Her wiha endamên heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê hem têkildarî xebatên desteyê agahî wergirtin û hem jî pêşniyar û fikrên xwe pêşkeş kirin.

ANHA