Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî pergala siyasî ya Sûriyê nîqaş dike

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî bi nîqaşan li ser (pergala siyasî a Sûriyê) didome. Beşdarên forumê tekez kirin ku Sûriyeya nû divê ne navendî be.

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî pergala siyasî ya Sûriyê nîqaş dike
18 tîrmeh, 2018   16:08

GIRÊ SPÎ

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî vê sibehê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi beşdarbûneke berfireh ji kesayetên siyasî û muxalîfan ên ji gelek bajar û herêmên Sûriyeyê bi dirûşma  "Danûstandina Sûrî-Sûrî hevdîtinek avaker e" dest pê kir.

Forum bi nîqaşan li ser  pergala siyasî a Sûriyê (avakirin û rêveberî, nêrîn- nakokî) didome.

Di dawiya beşê yekem ê forumê de Endamê Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demorkatîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê û Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê Mustefa Meşayix tekez kirin ku divê pergala nû ya Sûriyê demokratîk û ne navendî be û destnîşan kirin ku rêjîma Baas ji destpêka bûyerên Sûriyê ve kuştin û koçberkirin derheqê gelê Sûriyê de pêk tîne.

Forum bi nîqaşan derbarê pergala siyasî a Sûriyê didome.

(bb)

ANHA