ʹŞam berpirsê neçareserkirina krîzê yeʹ

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku îsrara hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê bûye sedema domandina krîza Sûriyeyê û bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo berjewendiya Sûriye, gel û yekitiya xaka wê dev ji serhişkiya xwe berde.

ʹŞam berpirsê neçareserkirina krîzê yeʹ
25 îlon, 2024   04:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî 13 salan ji krîza Sûriyeyê, hîn jî tu çirûskên çareseriyê di holê de tune ne. Girêdayî wê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe destnîşan dike ku çareseriya tekane ya krîza Sûriyeyê diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û redkirina destwerdanên derve ye. Lê belê ew jî di halê heyî de dûre, nexasim ku gelek aliyên ji derve li ser xaka Sûriyeyê li pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê digerin û hikumeta Şamê jî di îsrara xwe ya redkirina çareseriyan de dewam dike.

Têkildarî mijarê, Sekreterê Giştî yê Partiya El Wetel El Sûrî Sabit El Cewher ji ajansa me re diyar kir ku ji ber destwerdanên derve û serhişkiya hikumeta Şamê hişt ku krîza dewam bike û girêktir be.

ʹŞAM SERHIŞKIYÊ DIKEʹ

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser, di demên berê de di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de gelek hevdîtin hatine kirin, lê bê encamp bûn.

Di wê çarçoveyê de El Cewher diyar kir sedema bêencambûna hevdîtinan serhişkiya hikumeta Şamê û îsrara wê ya pêkanîna rêbazên leşkerî ye û got: "Êdî di tevahî aliyan de tu rola Şamê tune ye. Ew bi biryarên Rûsya û Îranê re şertgir e."

El Cewher ev şertigiriya bi dewletan re nakeve xizmetî çareserkirina krîzê ye, berevajî krîzê dirêjtir dike û wiha pê de çû: "Dê diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê, Sûriyê bigihîne bejahiyê."

El Cewher wiha domand: "Şam çareseriyê asteng dike, lê Rêveberiya Xweser rê dide partiyên siyasî ku têkiliyê bi hev re bikin û her tim banga diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dike."

ʹŞAM HER DIYALOGEKE JIDESTDAYÎNEKÊ DIBÎNEʹ

El Cewher destnîşan kir ku hîna hikumeta Şamê dev ji hişmendiya yek partiyê û navendiya rêveberiyê bernedaye û li gorî wê her diyalogek ji bo guhertina teşeya hikumetê û destûrê jidestdayîna desthilatiyê ye û got: "Ji ber wê jî Sûriye gihîştiye vê astê."

El Cewher da zanîn ku ji bilî diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dûrî destwerdanên derve tu çareserî ji bo krîzê tune ne û got: "Ên ku dê vê diyalogê bi rê ve bibin hêzên nîştimanî û yên welatparêz in ku baweriyê bi çareseriya Sûriyeyî û mafên hemû pêkhateyan tînin. Divê destûreke Sûriyeyî ku mafên tevahî sûriyeyiyan parastî be were sazkirin."

ʹDIVÊ ŞAM TAWÎZAN PÊŞKÊŞ BIKEʹ

El Cewher diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzê pêwist e hikumeta Şamê dev ji hişmendiya xwe berde û tawîzan pêşkêş bikeg. Ji bo wê jî pêwist e hemû alî werin ber maseya diyalogê û ji bo pêkanîna guhertina siyasî, sazkirina destûreke nû, vegerandina koçber û penaberan tawîzan pêşkêş bikin.

ʹPÊWÎSTÎ BI ZEXTEKE GELÊRÎ LI SER ŞAMÊ HEYEʹ

Di dawiya axaftina xwe de El Cewher diyar kir ku gelê Sûriyeyê dikare bi rêya zextkirina li hikumeta Şamê ji bo qebûlkirina diyalogê û tevgerîna li gorî berjewendiyên Sûriyeyê, roleke pir mezin bilîze. Bi vî awayî Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û li ser bingeha nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyî were avakirin.

(mh)